Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
Le Monde Kurdî hejmara xwe ya nû weşand.
Rojnameya Le Monde, rojnameyeka fransî ye ku ew bi navê Le Monde diplomatique kurdî jî weşana xwe dike.
Le Monde diplomatique kurdî li ser rojeva Kurdistanê û cîhanê gotaran pêşkêş dike.
Hejmara 80yan ya Le Monde diplomatique kurdîyê ji nivîsar û gotarên derbarê kurdan û cîhanê da pêk tê.
Rojname dijîtal belav dibe.
Lînka hejmara 80yan https://ku.mondediplo.com/2024/03/
Danasîna Hejmara 80yan:
Girêdayî rojeva cîhanê polîtîkayên Çînê yên sîyasî-aborî, DAÎŞ û berbelavbûna wê, Yemen û Hûsî, Bêdengîya Ereban ya li hemberî şerê Îsraîl-Filistînê, cezakirina giştî wekî mijar hatin nîqaşkirin.
Hilbijartinên herêmî yên Tirkîyeyê, nirxandina filmê “Kuru Otlar Üstüne” û wekî hunermendê vê mehê Îbrahîm Elîpûr di vê hejmarê de wekî mijar cihên xwe girtin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...