Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Roja 26ê Çirîya paşiyê ya sala 2024ê Serdozgeriya Komarî ya Eskîşehirê dema desteserkirina 9 rojnamevanan rojekê dirêj kiriye. Herî dawî rojnamevana azad Havin Derya li Antalyayê hatiye desteser kirin.
Rojnamevanên ku li Stenbolê hatine desteser kirin, êvarî bi wasiteyeka polîsan hatine veguhastin bo Eskîşehirê. Di dema rêwîtiya 8 saetan de rojnamevan bi kelepçe hatine girêdan û destûr nehatiye dayîn ku bi hev re biaxivin.
Parêzerên bianetê ji bo rojnamevana xwe Tuğçe Yılmaz îtirazeka hiqûqî pêşkêş kirine. Parêzer Deniz Yazgan Şenay gotiye ku ji ber nehînîbûna lêpirsînê, negihîştine dosyeyê û ev yek ne li gor hiqûqê ye.
MLSAyê ji bo rojnamevan Erdoğan Alayumat îtirazek pêşkêş kiriye. Lê Dadgeha 2. ya Cezayê Aştiyê ya Eskîşehirê di nav 3 saetan de ev îtiraz red kiriye. Li gor dadgehê, desteserkirin ji ber "endamtiya rêxistinê" pêk hatiye.
Di nav kesên hatine desteser kirin de gelek rewşenbîr û hunermend jî hene. Derhêner Ardin Diren, helbestvan Hicri İzgören, nivîskar û wergêr Ömer Barasi, karîkaturîst Doğan Güzel û hunermendê wêneyê Emrah Kelekçier ji wan in.
Rojnamevanên ku li Diyarbekirê hatine desteser kirin, nehatine veguhastin bo Eskîşehirê. Tê payîn ku îfadeya wan îro were girtin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...