Helbestên Selîm Temo bo zimanên biyanî hatine wergêran

Share
Helbestên Selîm Temo bo zimanên biyanî hatine wergêran
selim temo

Helbestên helbestkar û akademîsyen Selîm Temo bo çendîn zimanên biyanî hatine wergêran.

Helbestkar Selîm Temo li ser bloga xwe ya şexsî di nivîsareka xwe da behsa wergêranên helbestên xwe yên bo zimanên biyanî kir. Temoyî da zanîn ku heta niha helbestên wî bo çendîn zimanên biyanî hatine wergêran û weşandin.

Tîrmeha 2023yan 6 helbestên Temoyî ji kurdî bo spanyolî ji aliyê Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatine wergêran. Helbestên hatî wergêran di kovara Este Paisê  da bi sernavê "Poesia kurda: 6 Poemas de Selîm Temo" (Helbesta Kurdî: 6 Helbest ji Selîm Temoyî) hatine weşandin. Kovara Este Paisê, yek ji kovarên edebî ya spanyolî ye ku 32 sal in tê weşandin.

Heman mehê, helbesteka din ya Temoyî "Li Roboskê" bo zimanê baskî ji aliyê Fito Rodrigez ve hate wergêran.

Yek ji zimanê din yê ku helbesteka helbestkar Selîm Temo bo hatî wergêran îtalî ye. Helbesta "Batirsonekê Nav Kunciyan" ji aliyê Francesco Marilungo ve bo îtalî hat wergêran ku tê çaverêkirin helbest di kovara Internazionale da bê weşadin.

Rêzepirtûkên helbestên kurdî tên amadekirin

Weşanxaneya Pinsapo Pressê, ku li New Yorkê ye, daye zanîn ku ew di warê wergêrana helbestên kurdî da dest bi weşandina "Rêzepirtûkên Helbesta Kurdî" dikin. Di vê çarçoveyê da pirtûka yekem ya vê pêngavê ji helbestên Selîm Temoyî pêk tên. Bijardeya yekem ya bi navê Nightlands (Welatên Şevê) e ku ji aliyê Zêdan Xelef û Alana Mariel Levinson-LaBrosse ve bo ingilîzî hatine wergêran.

Pirtûka bi navê Nightlands tê çaverêkirin ku meha îlonê bê çapkirin. Weşanxaneya Pinsapoyê daxwaz dike ku ji soranî, kurmancî û zazakî guldesteyên helbestan bo ingilîzî wergêre û di pirtûka navborî da biweşîne.

Read more