5,000-Year-Old Diyarbakır Walls Face Risk of Destruction
DIYARBAKIR — The Diyarbakır Walls, a UNESCO World Heritage site, face ongoing threats of destruction, vandalism, and encroachment despite extensive restoration
Sûdan bi raporên nû yên sûcên li dijî mirovahîyê careka dî ketiye rojeva cîhanê. Her weha biryarên nû yên koçberîyê yên li Ewropayê, bandoreka rasterast li ser civakên misilman û penaberan dikin û nîjadperestîyê zêdetir dikin.
Li rexê dî, Îran piştî çar mehan xwe ji bo şîneka nedîtî ji bo Xamaneyî amade dike ku dikare hevsengîyên herêmî û navxweyî yên welatî biguherîne.
Amadekariyên ji bo merasîma binaxkirina Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneîyî dest pê kirine. Xameneyî di destpêka şerî de bi êrîşên fûzeyan ên Amerîka û Îsraîlê miribû. Hikûmeta Îranê ji bo nîşandana hêza xwe merasîmeka şeş rojî amade kiriye.
Merasîm dê roja înê dest pê bike. Berpirsên Îranê ragihandinee ku bi milyonan kes dê tev li şînê bibin. Ev merasîm li pênc bajarên cîda yên Îran û Iraqê pêk tê. Xameneî çar meh berê di meha sibatê de miribû. Berpirsan gotiye wan cenaze li gorî rêûrismên dînî parastiye.
Kurê Xameneîyî, Ayetullah Mocteba Xameneî di meha adarê de bû rêberê nû. Lê belê ew heta niho di nav gelî de nehatiye dîtin.
Cenazeyê rêberî dê li Tehran û Qumê bê gerandin. Paşê dê wî bibin bajarên Iraqê Karbela û Necefê. Di dawîyê de, roja pêncşemê dê cenazeyî li bajarê Meşhedê bin ax bikin.
Çavkanî: Yeganeh Torbati, The New York Times / Botan Times
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihandiye ku Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) li bajarê El Faşerê yê Sûdanê sûcên li dijî mirovahîyê û paqijîya etnîkî kirine. Di raporê de hatiye dîyar kirin ku çekdarên RSFê êrîşên sîstematîk birine li ser sivîlan û zarok kirine armanc.
Hêzên paramîlîter di meha çirîya pêşiyê de piştî dorpêçkirina 18 mehan bajarê El Faşerê desteser kiribû. Di vê demê de bi deh hezaran kes hatin kuştin. Rêxistina Efûyê li ser pênc bajarên cîda lêkolîn kiriye û bi 247 kesan re axivîye. Çekdaran di êrîşên xwe de zimanekî xerab li dijî sivîlên ne-ereb bikar aniye. Ev kiryar wekî sûcê şerî û sûcê li dijî mirovahîyê hatine qebûl kirin.
Sekretera Giştî ya Rêxistinê Agnès Callamardê dîyar kiriye ku şerê Sûdanê rasterast li ser sivîlan dimeşe. Şerê navxweyî yê Sûdanê di nîsana sala 2023yan de di navbera artêşê û RSFê de dest pê kiribû. Ev şer bûye sedema mirina bi sed hezaran kesan. Rêxistinê ji bo parastina sivîlan banga agirbesteka bilez û şandina hêzeka navneteweyî kiya.
Çavkanî: Carlos Mureithi, The Guardian / Botan Times
Li gorî rapora tora CLAIMê, li Almanyayê êrîş û zextên li ser misilmênan di sala 2025an de ji sedî 30 zêde bûne. Di raporê de hatiye dîyar kirin ku li seranserê welatî 4,096 dozên tundî, gef û cudakarîyê hatine tomar kirin. Ev hejmar di dîroka welatî de gihîştiye asta herî bilind.
Komîsera Federal a Dijî Cudakarîyê Ferda Atamanê ev rapor wekî "hişyarîyeka giran" bi nav kiriye. Di nav êrîşan de herî kêm 214 êrîşên fîzîkî, du kuştin û 61 êrîşên li ser mizgeftan hene. Sê parên du parên qurbanîyan jin in ku hîcabê li serê xwe dikin. Her weha gelek kes tenê ji ber rûçik, cil û berg an jî navên xwe bûne armanc.
Sazîyên sivîl dîyar dikin ku hikûmeta Almanyayê ji ber nêzîkbûna hilbijartinan polîtîkayên tund li ser koçberan dimeşîne. Hikûmetê danûstandinên bi Talîbanê re dest pê kirine daku penaberên Afganî bivegerîne. Rêxistina Efûyê û Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) hişyarî dane ku nebûna pênaseyeka fermî ya ji bo Îslamafobîyê, rûbirûbûna vê pirsgirêkê lawaz dike.
Çavkanî: Deutsche Welle / Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...