Medyaya cîhanê "li Xezeyê dest ji rêvebirîyê berdana Hemasê" çawa nivîsî?

Medyaya cîhanê "li Xezeyê dest ji rêvebirîyê berdana Hemasê" çawa nivîsî?
Wêne: mohammed al bardawil / Unsplash

Hamasê, li Xezayê Komîteya Rewşa Awarte betal kiriye û îlan kiriye ku ew amade ye rêveberiyê radestî tîmeke teknokrat bike.

Ji rêvebiriya teknokrat mexseda wan Komîteya Rêveberiya Niştimanî ya Xezeyê (NCAG) ye. Ev gava dîrokî piştî agirbesta Çirîya pêşiyê ya sala 2025an çêbûye. Medyaya cîhanê ev guhertina stratejîk ji nêz ve şopandiye, me nûçeyên wan ji bo xwendevanên Botan Timesê berhev kirin.

NYT: nîyeta baş lê li meydanê nedîyarî...

Rojnameya The New York Timesê ev rûdan wekî pêngaveka taktîkî dît. Hamasê bi vê gavê peyamek da civaka navneteweyî û rêxistinê niyeteke baş nîşan da. Lê NYTê li ser vê planê pirsên giran derxistin pêş. Şertê sereke yê bêçekkirinê hîn li pêşiya hemî aliyan e. Îsraîlê hîn destûra komiteya nû nedaye. Ji ber vê yekê guhertinên meydanî hîn ne diyar e.

AFPê behsa îstifayên li Xezeyê kir

Ajansa AFPê zêdetir giranî da ser gavên pratîk. Serokê Komîteya Rewşa Awarte Mihemmed el-Ferra, îstifaya xwe pêşkêş kir. Ofîsa Medyayê ya Hamasê jî ev agahî piştrast kiriye. Berdevkên rêxistinê dibêjin wan hincetên êrîşên Îsraîlê pûç kirin. Ajansê ev biryar wekî gaveka mezin pênase kiriye û dibêje vê biryarê dawî li serweriya sivîl a 20 salî anî.

Reutersê bal kişand ser muzakereyên Qahîreyê

Ajansa Reutersê li ser paşxaneya dîplomatîk nûçeyek weşand. Hamas naxwaze alozî li Xezeyê çêbibe. Ji ber vê yekê karmendên teknîkî û xebatkarên tenduristiyê li ser karê xwe dimînin. Ew ê di bin sîwana NCAGê de bixebitin. Piştî vê hilweşandinê trafîkeka nû ya dîplomatîk dest pê kir. Misir, Qeter û Tirkiye li Qahîreyê navbeynkariyê dikin. Ev hersê welat ji bo vegerandina artêşê û kontrola deriyên sînorî civînan didomînin.

Medyaya Îsraîlê ev gav wekî manevrayekê dît

The Times of Israel û JNS bi guman nêzî biryarê bûn. Medyaya wî welatî zanyariyên îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê belav kirin. Li gorî wan Hamas tenê lîstikeka dîplomatîk dilîze. Rêxistin dixwaze li hemberî zextên navneteweyî demê qezenc bike. Karmendên berê li ser karê xwe ne. Ji ber vê yekê kontrola li pişt perdeyê hîn di destê Hamasê de ye. Çekdar û serkêşên leşkerî hîn çekên xwe nedanîne.

Çavkanî:

Botan Times, AFP, Reuters, The New York Times, The Times of Israel, JNS

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.