Kurdistan Center for Art and Culture (KCAC): Mission, Heritage & Impact
In this special Botan Times episode, we take an in-depth look at the mission, history, and work of the
Hevşaredara berê ya Kulpê Sadiye Suer ji ber axaftineka xwe ya di festîvalekê de cardî hatiye girtin. Dadgehê ji ber "propagandaya PKKê" cezayê 10 mehan daye Suer û ew şandiye girtîgeha Antalya Doşemealtiyê.
Suer di sala 2014an de ji lîsteya BDP'ê bibû hevşaredara Pasûrê. Şaredarîyê li Şenyaylayê festîvaleka bi navê "Hevdîtina bi Xwezayê re û Çanda Şenyaylayê" li dar xistibû. Dadgehê axaftina Suer a di vê festîvalê de wek "propagandaya rêxistinê" nirxandiye û ceza daye.
Hêzên ewlehîyê di 26ê Kanûna pêşiyê ya 2016an de êrîş biribûn ser mala Suer û ew desteser kiribûn. Piştî 11 rojan, bi îdîaya "endamtî û propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Suer 3.5 sal di girtîgehê de mabû û niho cardin hatiye girtin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...