Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê mudaxeleya li ser encamên serjimêrîyê red kiriye. Hikûmeta Hewlêrê dîyar kiriye ku ew kêmkirina rêjeya nifûsa Kurdistanê qebûl nakin. Civata Wezîran xwestiye ku rêjeya ji sedî 14,1 ji bo pişka budceyê bibe esas.
Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd li ser serjimêrîya dawîyê raporeka berfireh pêşkêş kir. Li gorî raporê rêjeya nifûsa Herêma Kurdistanê di nav Iraqê de ji sedî 14,1 e. Wezareta Plandanînê ya Iraqê dixwaze vê rêjeyê biguhere. Civata Wezîran dîyar kir ku Wezareta Federal li dijî biryarên berê tevgerîya. Hewlêrê bang li blokên Kurdistanî yên li parlamentoyê kir. Divê parlamenter li dijî guhertina encaman rawestin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...