Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Çavkanîyekê ji Kobanîyê ragihandiye ku hêzên hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê ku serkêşiya wan amerîka dike îro serê sibê bi wesayitên leşkerî ketine navenda Kobanîyê. Tê gotin ku ev gav piştî tehdîdên êrîşê hatiye avêtin.
Çavkanîyeka herêmî ji Rûdawê re ragihandiye ku hêzên hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatîya Amerîkayê îro nêzî saet 10:00ê bi wesayitên leşkerî ketine navenda bajarê Kobanîyê. Çavkanîyê agahî li ser hejmara hêzan nedaye.
Di 8ê Kanûna pêşiyê ya 2024ê de, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) paytexta Sûrîyeyê Şam xistiye bin kontrola xwe û desthilata Beşar Esed bi dawî bûye. Piştî hilweşandina rejîma Esed, HTS beşeka mezin a Sûrîyeyê xistiye bin kontrola xwe. Di heman demê de hêzên Rûsyayê ji Kobanîyê vekişîyane.
Li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) de, di navbera komên çekdar ên nêzî Tirkîyeyê û HSDê de şerî dest pê kiribû. Kobanî hê jî di bin tehdîda êrîşên Tirkîyeyê û komên çekdar ên ku ew piştgirîya wan dike de ye.
Heman çavkanîyê ji Rûdawê re ragihandiye ku hêzên hevpeymanîyê dê li Kobanîyê bimînin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...