Hêzên Îslamîst ên Sinnî yên Ereb dawî li otonomiya Kurdan anîne - Jonathan Spyer, The Jerusalem Post
Li gorî nûçeyeka The Jerusalem Postê, hêzên Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê di vê heftîyê de derbasî bajarê Qamişloyê bûne. Rojname vê gavê wek morkirina dawîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê (AANES) dibîne.
"Rêveberîya ku di bin pêşengîya kurdan de bû, nêzîkî deh salan li rojhilatê Firatê hikum kirîye. Ev geşedan ji bo desthilatdarên îslamî yên Şamê serkeftineka polîtîk e ku dixwazin Sûrîyeyeka navendî û sunnî ava bikin."
Rêkeftina nû dawî li xweserîyê anî
Heta berî mehekê, kurdên Sûrîyeyê xwedî herêmeka kontrolê bûn. Hêzên wan ên çekdar, çavkanîyên neftê û pêwendîyên navneteweyî hebûn. Lê belê li gorî agahîyan, ev statu êdî nemaye. Rêkeftina 30ê Kanûna paşiyê ne teslîmîyeta kurdan a bêşert, lê nexşerêyeka welê ye ku saziyên Rêveberîya Xweser hêdî bi hêdî diçin bin desthilata Şamê.
Guherîna hevsengîya hêzî û paşeroja kurdan
Hêzên kurdî piştî windakirina bajarên wek Reqa û Dêrezorê, li herêma xwe ya bingehîn dest bi amadekarîyê kirîye. Lê belê dîplomasîya li gel Fransa û Amerîkayê rê li ber êrişeka giştî ya Şamê girtîye. Rejîma nû ya ku Ahmed al-Sharaa serokatîya wê dike, bi piştgirîya Tirkîye û Qatarê hewl dide herêmên cida bixe bin kontrola xwe. Rêveberîya Xweser a laîk li pêşîya vê projeyê wek astengekê dihat dîtin û niho ev asteng hatîye rakirin.
Metirsîyên li ser kêmneteweyan zêde bûn
Sîstema nû ya ku ji alîyê koma Hayat Tahrir al-Sham ve hatîye avakirin, dişibe rejîma Baasê ya berê. Ji bo kurdan û kêmneteweyên dî, parastina avahîyên xwe yên çekdar û polîtîk di vê serdemê de dê bibe armanceka sereke. Pispor balê dikşînin ser vê yekê ku dibe ku ev taktîkên tund di paşerojê de li dijî welatên cîran û Libnanê jî bên bikaranîn.
Çavkanî:
Jonathan Spyer, The Jerusalem Post Botan Times