Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma

Bajarê Amedê, yek ji wan bajaran e ku bi tahlûkeya zuwahbûnê re rû bi rû ye li navçeya Erxenîyê di meha Çileyê de darên bihîvan kulîlk vekir.
Li gor nûçeya Amîda Haberê, ji ber germahîya zêde ya li Erxeniyê darên bihîvan sê mehan zû şîn bûne. Ji ber demasala zivistanê û xetereya cemedê îcar cotkar di nava fikran de ye.
Darên behîvên ku her sal di meha Nîsanê de li navçeyê şîn dibin rewşa niha welatîyan jî matmayî hiştin.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WMO) Petteri Taalas berîya demeke diyar kirîbû ku herêma Behra Spî ji ber tesîra guherîna keş û hewayê ya dinyayê germ û zuwatir dibe. Tirkiye jî di nav wan welatan de ye wê bin bandora hişkesalî dê bîmîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...