Mektûba Guhdar G.: Zift Tarî
Sibe-zû ye, seat 5 e, 5ê derbas dike, bi xewneke ne baş ji xew şiyar bûme. Xewna ne baş;
28ê Çirîya paşiyê 2024
Nivîskar: Bethan McKernan
Hizbullahê ragihandiye ku ew ê li hember Îsraîlê berxwedana xwe bidomîne û vegerandina artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê bi baldarî dişopîne. Ev daxuyanîya yekem e piştî ku agirbest dest pê kiriye.
Tevgera Hizbullahê di daxuyanîya xwe de behsa agirbestê nekiriye, lê daye zanîn ku şervanên wan ji bo her êrişeka Îsraîlê amade ne. Tevgerê tekez kiriye ku ew ê piştgirîya xwe ji bo doza Filistînê bidomîne.
Li gorî lihevkirinê, di nav 60 rojî de Îsraîl dê ji Libnanê derkeve û Hizbullah jî dê çek û şervanên xwe ji herêma 25 kîlometre dûrî sînor vekişîne. Lihevkirin roja çarşemê saet 4ê sibehê dest pê kiriye.
Bi hezaran kes hewl didin ku vegerin malên xwe yên li başûr. Lê belê daxuyanîyên berpirsên her du alîyan ne wek hev in. Serokê parlamentoya Libnanê Nebîh Berrî gotiye ku welatî dikarin vegerin, lê Îsraîlê hişyarî daye ku venegerin.
Îro sibeh tankên Îsraîlê êrişî sê gundên li ser sînor kirine û du kes birîndar bûne. Ne Hizbullahê ne jî Îsraîlê li ser vê yekê daxuyanî nedaye. Agirbest ji alîyê Amerîkayê ve tê şopandin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...