Hostetîya mifteyan ji Misira Antîk heta îro dewam dike - Ramazan Seykan

Hostetîya mifteyan ji Misira Antîk heta îro dewam dike - Ramazan Seykan
wêne Jorien Loman / Unsplash

Pîşeyê hostetîya mifteyan ji serdema Misra Antîk heta roja me hebûna xwe diparêze. Ev sin'etê kevnar ku dîroka wî digihîje du hezar sal berê, li Amedê tevî geşbûna teknolojîyê berdewam dike. Hosteyê mifteyan Ahmet Tanış ê Amedî ragihandiye ku pîşeya wan ji ber berdewamîya hewcedarîya ewlehîyê li ser pîyan maye. Tanışî dîyar kiriye ku pergalên nû yên elektronîk pîşeyê naguhêrin û hostetîya mifteyan tu carî naqede.

Geşbûna teknolojîyê û pergalên aqilmend

Ahmet Taniş

Gelek pîşeyên kevnar bi borîna demê re winda bûn. Lê hostetîya mifteyan û çilingerî di nava zanaatên kêmîne de cihê xwe girt. Ev kar xizmetên mîna vekirina derîyan, çêkirina qeseyan û hilberîna mifteyan dihewîne. Karê hostetîya mifteyan di jîyana rojane de her dem wekî pêdivîyeka bingehîn ma. Rêya vî karî bi mekanîzmayên hêsan dest pê kir. Ev serpêhatî niho gihîşt asteka dî û pergalên aqilmend ên ewlehîyê pêk tîne. Lê di bingeha karî de her dem peywendîya kilît û mifteyan heye.

Kêmbûna şagirtan di pîşeyê de

Ahmet Tanış zêdetirî nîv sedsalî ye ku vî karî wekî pîşeya bavê xwe didomîne. Tanışî bal kişand ser zêdebûna hejmara hosteyên mifteyan li bajêr. Ji ber vê zêdebûnê daxwaza li ser karê wan hinekê kêm bû. Astengekê mezin li pêşîya pîşeyî heye. Hosteyên mifteyan êdî nikarin şagirtan ji bo paşerojê perwerde bikin. Ciwan piranî ber bi pîşesazîya xwarinê û sektorên xizmetguzarîyê ve diçin. Dahata rojane di wan karan de zêdetir e. Ciwan fêrbûna zanaatekî paşguh dikin û qezenca dema kurt tercîh dikin. Ev rewş paşeroja pîşeyên kevnar dixe bin xetereyê.

Pêwîstîya mirovahîyê ya ji bo ewlehîyê

Guherînên mezin di pergalên ewlehîyê de çêbûn. Kilîtên aqilmend, qertên derbasbûnê û sepanên dîjîtal li her derê belav bûn. Lê hewcedarîya mirovan a ji bo ewlehîyê tu carî bi dawî nabe. Pergala mifteyan bi her awayî di jîyanê de dimîne. Ji ber vê yekê hostetîya mifteyan pîşeyekê bêdawî ye û her dem li ser pîyan e. Ev kar ji serdemên borî gihîşt vê derê. Pispor jî heman nêrînê diparêzin. Heta mirovahî hebe, ewlehî û hostetîya mifteyan jî her hebin. Ji bo veguhestina vê hunerê bo nifşên nû, divê ciwan berê xwe bidin fêrbûna pîşeyî.

Çavkanî: Botan Times

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.