Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Komeka çekdarî ya ku berê zêde nedihat naskirin, bi êrîşeka ji nişkê ve hikûmeta Esedî rûxand. HTS bûye hikûmeta de facto ya Sûriyê û statûya wê ya terorîstî bûye astengekê mezin.
Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî û welatên dî ji ber statûya terorê alîkariyên xwe ji bo hikûmeta nû ya Sûriyê rawestandin. Ev biryarê bûye astengekê mezin ji bo birêvebirina welêt û avakirina bingehên xizmetguzariyê.
Pisporên herêmê ragihandin ku dewleteka lawaz û parçebûyî dê bibe cihê xurtbûna komên terorîstî yên wek DAIŞê. Wan got ku divê rê li ber meşrûîyeta HTSyê were vekirin.
Nûnerê taybet ê NYyê ji bo Sûriyê Geir Pedersenî di civîna xwe ya li Cenevreyê de dîyar kir ku HTS peyamên erênî dişîne û kiryarên wan jî vê yekê piştrast dikin.
Rêveberên G7ê piştgiriya xwe ji bo proseseka siyasî ya Sûriyeyî dan. Lê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2015ê, danûstandin bi HTSyê re qedexe ye.
Serokê HTSyê Ahmed el Şarayî ji bo meşrûîyeta navneteweyî dest bi hewldanan kir. Wî xwest tirsa welatên navneteweyî ya ji ber girêdanên berê yên bi El Qaîdeyê re rake.
Pisporên navneteweyî gotin ku rêxistinên terorîstî berê jî bûne beşek ji hikûmetan, lê ev pêvajo demekê dirêj dixwaze. Lêkolîneran dîyar kir ku heta ku hikûmeta Amerîkayê garantiyan nede, kes dê newêre li derveyî dorpêçan tevbigere.
Çavkanî: Botan Times The New York Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...