Girseyên mezin ji bo Xameneyî li Iraqê li hev civîyan - Erika Solomon, The New York Times
Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li
Serokê Giştî yê HUDA PARê (Partiya Doza Azad) Zekeriya Yapicioglûyî, ji bo êrîşa duh li Edeneyê li dijî endamên wan hate kirin axivî.
Yapicioglu dibêje; "êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin."
Duhî li bajarê Edeneyê, Serokê Şaxa Edeneyê yê HUDA PARê Salih Demîr û sekreterê partîyê yê Edeneyê Sacit Pişgin li avahiya partîyê ji aliyê zilamekî 72 salî ve rastî êrîşa bi kêran hatibûn.
Sacît Pişgîn canê xwe ji dest dabû, Serokê Bajêr Salih Demîr jî birîndar bûbû.
“Beriya hilbijartinên 14ê gulanê buroya hilbijartinê ya namzetê me yê parlamenteriyê yê Mêrsînê hate bombekirin. Bi çek, kêr û daran êrîşî standên me yên hilbijiartinê kirin. Ger wê rojê bertekeke têra xwe xurt bihata dayîn, belkî îro ev bûyera bi êş pêk nehata.”
Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu
Ji aliyê din Parlementerê Kocaelîyê yê Partîya Çepên Kesk (YSP) Ömer Faruk Gergerlioğlu jî bertek nîşanî êrîşa li dijî endamên HUDA PARê da.
Gergerlîoglu got, "Ez êrîşa li dijî HUDA PARê şermezar dikim."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...