B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Hunergeha Welat filma Stranên Kezîya Sor li ser hesaba xwe ya YouTubeyê weşand.
Stranên Kezîya Sor filmeka muzîkal e ku ji 20 deqîqeyan pêk tê. Di temamîya vîdeoyê da li ser têkoşîna jinan a cîhanê hatîye sekinîn ku di encamê da şoreşa jinan pêk hatîye.
Ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê 200 jin di fîlmê da cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatîye kişandin.
Fîlma muzîkal a bi navê “Stranên Keziya Sor” li navendên çand û hunerê yên bajarê Qamişlo, Kobanê, Tebqa û Reqayê hate nîşandan.
Ev filma muzîkal bi hevkarîya Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Sazîya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatîye çêkirin.
Senaryo û derhênan ji alîyê Şêro Hindê ve hatîye kirin. Muzîk Mehmûd Berazî amade kirîye û gotin jî ji alîyê Ibrahîm Feqe û Delîl Mîrsaz ve hatine nivîsîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...