Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Hikûmeta nû ya Îranê ji nû ve hilbijartina Trumpî wek derfeteka dîrokî dibîne.
Pênc rayedarên hikûmeta Îranê yên ku nexwestine nav û erkên wan bên eşkerekirin, dibêjin Trump dikare alozîyên dirêj ên di navbera her du welatan de çareser bike.
Hamid Aboutalebi, şêwirmendê berê yê hikûmeta Îranê, di nameyeka vekirî de ji Serok Pezeshkian xwestiye ku pîrozbahîya hilbijartinê li Trump bike û siyaseteka nû ya pratîk destpê bike.
Lê biryarên girîng li Îranê ji alîyê Rêberê Olî Ayetullah Khamenei ve tên dayîn. Khamenei di serdema yekem a Trump de gotûbêjan qedexe kiribû.
Beşên muhafizekar ên Îranê, bi taybetî Sipahê Pasdaran, li dijî her cure diyalogê ne. Wan gotiye ku ev yek xiyanet e li General Qasim Suleymanî ku di sala 2020ê de ji alîyê Trump ve hatibû kuştin.
Rahman Ghahremanpour, şirovekarê siyasî li Tehranê, dibêje ku Îran gelek vebijêrk tune ne. Aborî di bin dorpêçan de lawaz bûye û nerazîbûna nav welêt zêde bûye.
Rayedarên Îranê dibêjin ku siyaseta wan a derve dê li gorî helwesta Trump û tîma wî ya nû were dîyarkirin. Trump gotiye ku ew naxwaze zirarê bide Îranê û tenê dixwaze pêşî li çekên nukleerî bigire.
Çavkanî: The New York Times, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...