Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
Îran bi jehrkirina xwendekarên keçan demeke di rojevê de ye.
Rêxistina Efûya Navnetewîyê di derbarê Îranê de raporeke balkêş weşand.
Li gor raporê, temenê zarokên ku di xwenîşandanên Îranê de rastî îşkenceyê hatine, daketiye 12 salî.
Di raporê de tê gotin ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê û îstîxbaratê ve ciwan û zarok rastî lêdan, qamçîyan, elektrîkê, destavêtin û tundîya zayendî hatine.
Her wiha gef li wan tê xwarin ku eger ew gilîyê bikin dê xizmên wan bên girtin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe li ser îfadeyên bi dehan girtîyan û xizmên wan ava kiriye.
Jîna Emînî Îlona sala borî li Îranê ji alîyê polîsên exlaqî ve hatibû binçavkirin û kuştin.
Piştî wê li seranserê Îranê xwenîşandan dest pê kiribûn.
Hat diyarkirin ku piranîya beşdarên xwenîşandanan di bin 25 salîyê de ne.
Berîya cend rojan Dezgeha Dadwerî ya Îranê ragihand ku wan herî kêm 22 hezar xwenîşandarên hatibûn desteserkirin, efû kirine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...