42 piştgir, 2042 xwendevan û 219 abone - #MeTuHeyî - Malî ava
Botan Tîmesê 18ê meha Gulanê dîsa dest bi weşanê kir. Me vê carê arşîva xwe ya ku ji 3000+ nivîs
Meclîsa Saxlemî û Ewlekarîya Kar (İSİG) rapora 2022an ya li ser mirinên karkeran weşand.
Ew rapor bi girtina agahîyên ji medya, heval û malên karkeran, pisporên ewlekarîya kar, doktor û sendîkan hatiye amadekirin.
Li gor raporê, di sala 2022an de li Tirkiyê 1843 karkeran canên xwe ji dest dane.
ISIG, dide zanîn ku karker herî zêde di înşaat, çandinî û barkirînê de bê ewlehî dixebitîn û jiyana xwe ji dest didin.
Daneyê raporê raber dikin ku 108 jin û 1735 mêran canên xwe ji dest dane.
Stenbol bi 256 mirinên karkeran di nav bajarên Tirkîyê de li rêza pêş e û li dû wî bajarî bi 87 mirinan Îzmîr tê. Li Antep 50, li Riha 36, li Amedê jî 21 karker mirine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...