Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Piştî rûxandina hikûmeta Esed, Israîlê ragihandiye ku heta "hêzeka nû" were avakirin, dê li herêmên Sûriyê yên ku desteser kirine, bimîne. Ev biryar di 12ê kanûna pêşiyê ya 2024ê de hatiye dayîn.
Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahu gotiye ku valahiya desthilatê li sînorê Israîlê çêbûye. Wî dîyar kiriye ku Israîl dê destûrê nede ku komên cihadî vê valahiyê dagirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken niho li Urdunê ye û dê here Tirkiyeyê. Blinken piştî hevdîtina bi Şah Abdulla yê duyem re gotiye ku ev dem ji bo Sûriyê û cîranên wê "hem demeka soz û hem jî xeterê" ye.
Li gorî rayedarên Sûriyê, zilamekî biyanî ku di dema hikûmeta Esed de girtî bû, li derveyî Şamê hatiye dîtin. Ev kes Travis Timmerman e ku di vê salê de li Budapestê winda bibû.
Rûxandina hikûmetê, rê li ber lêkolînên li ser tawanên rejîma Esed vekiriye. Komên mafên mirovan niho dikarin bi serbestî girtîgehan bibînin û şahidan bibihîzin. Lê Esedî xwe gihandiye Rûsyayê û ev yek astengekê mezin e.
Li Helebê, piştî ku bajar ketiye destê çekdaran, xelkê koçber vegeriyaye malên xwe. Piraniya wan li taxa xwe ya kevin û malên xwe digerin ku hin ji wan malan di şerî de hilweşiyane.
Li gorî wêneyên satelaytê û agahiyên The New York Timesê berhev kirine, çalakiyên leşkerî û bazirganî yên Rûsyayê li bendera Tertûsê rawestiyane. Ev bender ji destpêka şerî ve ji bo Rûsyayê cihekî stratejîk bû.
Çavkanî: Botan Times
The New York Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...