Kindness and Arrogance: Opposing Forces That Shape Human Relations
First, let us examine kindness, which is often perceived as a subtle strength. Kindness is the expression of empathy, understanding,
Nivîskarekî Kurd gotiye ku ewlehîya Îsraîlê di piştgirîya serxwebûna Kurdan de ye, ne di peymanên bi Tirkîyeyê re yên li ser Sûrîyeyê ne. Mem Husedîn li ser vê yekê gotarek li The Jerusalem Postê nivîsîye.
Di 22yê Kanûna pêşiyê ya 2024ê de Atar Poratî di The Jerusalem Postê de gotarek nivîsandibû û tê de pêşnîyar kiribû ku divê Îsraîl li Sûrîyeyê bi Tirkîyeyê re li hev bike. Li gorî vê pêşnîyarê, divê Îsraîl û Tirkîye li ser herêmên bandor-ker li hev bikin û Îsraîl xwe ji piştgirîya Kurdan dûr bixe.
Mem Husedîn ê ku niho li Vancouverê dijî, li bajarê Îskenderûnê hatiye dinyayê. Îskenderûn bajarekî Kurdistanê ye ku di sedsala 17em de gelê wê yê Kurd ji alîyê Osmanîyan ve hatine sirgûnkirin û şandine Ermenistana niho. Husedîn niho serokê Konfederasyona Kurdistanî ya Kanadayê ye û bernameya "Rojeva Kurdistan" û "Nation on the Rise" pêşkêş dike.
Li gorî Husedînî, pêşnîyara Poratî xeter e. Nivîskar dibêje ku dîplomata Tirkîyeyê bi xayîntîyê û guherandina hevalbendîyan tê naskirin. Husedînî dîyar kiriye ku Tirkîye di bin rêveberîya Erdogan de sîyaseteka Osmanî dimeşîne û dixwaze bibe hêza sereke ya Sunîyan li herêmê.
Husedînî di gotara xwe de bala xwendevanan kişandiye ser dîroka hevpar a Kurd û Cihûyan. Li gorî nivîskarî, di dema kevin de ne Farsên îroyîn lê Medî anku pêşîyên Kurdan alîkarîya Cihûyên Babîlê kirine. Herwiha dema Perestgeha Duyem hatiye êrîşkirin, Kurdên Adîabenê piştgirîya Cihûyan kirine.
Nivîskar dîyar kiriye ku herçiqas Kurd li Iraqê xwedî otonomîyê bin jî, ev destkeftî di bin gefa Tirkîye û Îranê de ye. Husedînî gotiye ku heke Kurd piştgirîya Amerîka an Îsraîlê wernegirin, dibe ku ev destkeftî ji dest biçe.
Husedînî dibêje ku ewlehîya Îsraîlê di nexşeyeka nû ya Rojhilata Navîn de ye ku bi damezrandina dewleta Îsraîlê dest pê kiriye. Li gorî wî, metirsîya herî mezin li ser Îsraîlê ne ji Şîîyan e ku li herêmê kêmîne ne, lê ji Sunîyan e ku Tirkîye dixwaze rêberîya wan bike.
Nivîskar hişyarî daye ku heke Tirkîye kontrola Kurdên Iraq û Sûrîyeyê û Şamê bigire destê xwe, ew ê li wê derê nesekine. Li gorî wî, rejîma Erdogan ne wek rejîma Kemalîst e û sîyaseteka dagirker dimeşîne.
Husedînî di dawîya gotarê de gotiye ku Kurd ji bo Îsraîlê ne qûmarek e û divê Îsraîl vê yekê fêm bike. Wî dîyar kiriye ku piştî 2500 salan nexşeya herêmê careka dî tê guhertin û di vê rewşê de hevkarîya Kurd û Îsraîlê ji bo herdu gelan jî girîng e.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...