Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Hizbullahê di sala 2024ê de guherîneka mezin derbas kiriye û di encama êrîşên Îsraîlê de zirareka mezin dîtiye. Li gorî çavkanîyan, rêxistin êdî nikare wek berê di nav sînoran de tevbigere.
Serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah di êrîşeka Îsraîlê de miriye. Îsraîlê bi dronan û balafiran gelek cîhên rêxistinê rûxandine. Di nav van de, depoyên çekan, tûnelên binerdê û navendên leşkerî hebûne. Her wiha gelek endamên payebilind ên rêxistinê jî di êrîşan de hatine kuştin.
Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, rewşa herêmê bi temamî guheriye. Hizbullah niho ne tenê li Libnanê, lê li tevahîya herêmê qels bûye. Ev yek bandor li ser hêza Îranê ya li herêmê jî kiriye. Li gorî pisporên ewlekarîyê, Îsraîl bi vê yekê kariye hêza Îranê ya li herêmê kêm bike.
Şirovekaran gotiye ku Îran dê piştgirîya xwe ya ji bo Hizbullahê bidomîne. Lê belê, rêxistin dê êdî bi qasî berê bi hêz nebe. Li gorî çavkanîyan, Îran dikare berê xwe bide Hûsîyan li Yemenê û milîsên Şîe yên li Iraqê. Ev yek dê bandor li ser hemû herêmê bike.
Di şerî de beşeka mezin ya Libnanê zirar dîtiye. Li gorî lêkolîneran, ev yek dibe ku bibe sedema beşdarîya ciwanên nû di nav rêxistinê de. Hizbullahê berîya şerî 50 hezar çekdar hebûn û ji wan gelek kes hê jî dijîn.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu gotiye ku Hizbullah êdî ne wek berê ye û wan kariye rêxistinê bi dehan salan paş ve bibin. Lê belê, hin şirovekar dibêjin ku ev helwest dikare bibe sedema xeletîyeka mezin, wek ya ku berîya êrîşa 7ê Çirîya pêşiyê ya HAMASê rû dabû.
Rêxistin di sala 2006ê de jî ketibû şerê mezin bi Îsraîlê re û piştî wî şerî xwe ji nû ve ava kiribû. Piştî şerê Sûrîyê jî, endamên rêxistinê ezmûneka mezin a şer bi dest xistibû. Lê rewşa niho cida ye û bandora vî şerî li ser rêxistinê wê demeka dirêj bidome.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...