Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend hefteyên dawîyê de li çiyayê Hermonê yê Sûrîyeyê operasyon pêk anîne. Van operasyonan piştî rûxandina rejîma Esed a berî çar hefteyan dest pê kirine û didomin.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihandiye ku li derdora paytexta Sûrîyeyê Şamê êrîşên asmanî pêk hatine. Li gorî agahîyan, êrîş li ser embareka çekan a rejîma Esed hatine kirin.
Neteweyên Yekbûyî û hin welatên endam îdîa kirine ku Îsraîl bi şandina leşkerên xwe di nav û derveyî herêma tamponê de agirbestê binpê dike. Ev agirbest di sala 1974ê de ji bo aştîya di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin.
Ahmed el-Şera, serokê çekdarên ku rejîma Esed rûxandine û niho serokatîya demkî ya welatî dike, ji The New York Times û çapemenîya navneteweyî re gotiye ku ew ê bi agirbesta sala 1974ê re pabend bimînin û ji civaka navneteweyî xwestiye ku Îsraîl jî pê pabend bibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu di serdana xwe ya meha kanûna pêşiyê de li çiyayê Hermonê ragihandiye ku heta ku ewlehîya Îsraîlê neyê garantîkirin, ew ê li Sûrîyeyê bimînin.
Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz jî dîyar kiriye ku hebûna leşkerî ya wan li wê derê wek 'caydayînek' li dijî çekdarên li Şamê tê bikaranîn.
El-Şera di hefteyên dawîyê de bi rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên Ewropa û Rojhilata Navîn re hevdîtin pêk anîne. Walîyê nû yê Şamê Maher Merwan di hevpeyvîneka bi NPR re daxwaz kiriye ku Amerîka bandora xwe li ser Îsraîlê bikar bîne da ku pêwendîyên dîplomatîk bên avakirin.
Li gorî Observatorîya Sûrî ya Mafên Mirovan, di sala borî de zêdetirî 370 êrîşên Îsraîlê li Sûrîyeyê pêk hatine û piranîya wan di hefteyên dawîyê de çêbûne.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...