Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Rojnameya Brîtanî The Guardianê biryar daye ku hesabên xwe yên fermî li ser platforma Xyê bigire. Li gorî daxuyanîya ku di 13yê Çirîya paşiyê ya sala 2024ê de hatiye ragihandin, platforma medya civakî teorîyên komployî û naveroka tûndrew belav kiriye.
Guardian dibêje ku X di hilbijartina serokatîya Amerîkayê de bûye cihê naverokên jehrî. Xwedîyê platformê Elon Musk jî bandora xwe bi rengekê siyasî bi kar anîye. Li gorî rojnameyê, bikaranîna platformê êdî ne bi feyde ye.
Guardian ê niho bêtir bala xwe bide ser malpera xwe ya fermî. Lê dîsa jî bikarhênerên X dikarin nûçeyên rojnameyê parve bikin. Rojnamevanên Guardianê jî ê ji bo berhevkirina nûçeyan platformê bikar bînin.
Guardianê dîyar kiriye ku wê modela xwe ya aborî li ser piştgirîya xwendevanan ava kiriye, ne li ser naveroka medya civakî. Ji ber vê yekê, rojname dixwaze xwendevanên xwe rasterast li ser malpera xwe bibîne.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...