Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
Li gor lêkolînerê Chatham House Bilal Saabî, di lihevhatina di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, Hizbullahê dest ji Hamasê berdaye û ev yek ji bo Îranê binketineka stratejîk e.
Di sala 2006ê de şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bûbû sedema mirina 1100 Libnanî û 160 Îsraîlîyan. Wê demê biryara 1701ê ya Neteweyên Yekbûyî nehatibû bicihkirin û ti planeka bihêz ji bo rawestandina şerî nehatibû amadekirin.
Li gor lihevhatinê:
Saab dibêje ku îro rewşa stratejîk bi temamî hatiye guhertin. Îsraîlê bi piştgiriya Amerîkayê êrîşên xwe yên herî dijwar pêk anîne. Hizbullahê berê digot ku heta şerê li Xezeyê bidome ew ê êrîşan bidomîne, lê niho dev ji vî şertî berdaye.
Herçiqas ev yek ne serkeftineka hertimî be jî, lê dê demeka dirêj hewce bike ku Îran û hevalbendên wê careka dî xwe organize bikin. Bi hatina Donald Trumpî ya Koşka Spî re, mimkun e ku lihevhatinên Îbrahîmî bên berfirehtir kirin û ev yek dê ji hêza leşkerî zêdetir aştiyê bîne.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...