Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Rêxistina Bipêşxistin û Hevkarîya Aborî (OECD) îstatîstîk û daneyên bêkarîyê belav kirin.
Di lîsteya OECDyê da gelek welat cih digirin. Tirkîye jî yek ji wan welatan e.
Li gorî nûçeya Rûdawê OECDyê aşkera kirîye ku di meha Îlonê da rêjeya bêkarîya li Tirkîyeyê zêdetirî nîvîya OECDyê ye. Tirkîye bi rêjeya 8,6an di dawîya lîsteyê da welatê çaran.
Li gorî amaran li seranserî welatên endamên OECDyê rêjeya bêkariyê ji sedî 4,9 e û 3 mehên dawî di bin ji sedî 5an da rawestîyaye.
Rêjeya bêkarîyê ya Tirkîyeyê ji sedî 8,6 e û di dawîya lîsteyê da ketîye rêza çaran.
Di raporê da hat gotin ku di navbera mêr û jinan da cudakarîyeke zêde heye û rêjeya bêkarîya mêran zêdeyî 5,6 puanan li ser rêjeya bêkarîya jinan e.
Sazîya Îstatîstîkan a Tirkîyeyê (TUIK) ragihandibû ku li Tirkîye meha Îlonê li gorî meha Tebaxê rêjeya bêkarîyê neguherîye û bi rêjeya ji sedî 8,6 hejmara bêkaran 3 milyon û 100 hezar kes e.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...