Erol Onderoglu dest ji karê nûneriya Tirkiyeyê ya RSFyê berdaye
Rojnameger Erol Önderoğlu piştî xebata 30 salan dest karê nûnerîya Tirkiyeyê ya Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) berdaye. Rêxistina ku navenda
Kargeha çîrokên afirîner dest pê dike.
Kargeha Çîrokên Afirîner, dê bi hevkarîya Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Weşanxaneya Moriyê bê lidarxistin.
Kargeh dê bi beşdarîya nivîskar Mem Bawer pêk bê ku wî heta niha 14 kitêbên zarokan amade kirine û weşandine.
Ew dê li kargehê, li ser çîroka kurdewar û folklorîk "Hebhinarê" rawestin. Li ser çîrokan, berî xwendinê fikr û ramanên zarokan dê bêne standin. Paşî dê çîrok bê xwendin û dê bi pirs û bersivan biqede.
Ew dîyar dikin ku ji bo pêşveçûna xewn û xeyalên zarokan ew dê li ser mijareka dîyarkirî ji zarokan bixwazin ku vê carê ew çîrokekê binivîsin û dê li ser wan çîrokan gûtûbêj bêne kirin.
Kargeh li Ma Zarokê 15yê cotmehê saet 16:00-17:00an dest pê dike û dê hefteyekê dewam bike.
Kontenjana wan ji 15 kesan pêk tê ku divê temenê serlêderan di navbera 10-14 salîyê da bin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...