Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Qonaxa 4emîn a kargehên "Nûçegihanîya Krîzê" yên ku ji alîyê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ve tên lidarxistin, dest pê dike. Ev kargeh bi armanca pêşxistina şiyanên rojnamegerên ciwan û agahdarkirina wan li ser rojnamegerîya di rewşên krîzê de, rêyên serederîkirina bi stresê re û mafên qanûnî hatine amadekirin.
Kargeh dê du rojan dom bike û li salona civînên ÇandAmedê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê pêk were.
Di roja yekem de, wênegirê nûçeyan Ensar Özdemir û rojnameger Ümit Bektaş dê ezmûnên xwe parve bikin. Rojnameger Ömer Çelik dê ezmûnên xwe yên qadê vebêje. Parêzer Resul Tamur jî dê li ser mafên rojnamegeran ên li qadê agahîyan bide.
Di roja duyem de, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gök dê li ser "Nûçegihanîya Krîzê" û ezmûn û pêşnîyarên xwe yên herêmên krîzê parve bike. Rojnameger Aysel Işık dê li ser mijara "Jinbûn û rojnamegerî li herêmên krîz lê heyî" agahîyan bide. Hevseroka DFGyê Dicle Müftüoğlu jî dê ezmûnên xwe yên li ser "Parastina azadîya çapemenîyê" parve bike.
Ji bo serlêdana kargehê, hûn dikarin vê lînkê bikar bînin:
Forma serlêdanê
Çavkanî: DFG, Botan Times (werger)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...