Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Keştîya Parkerê ya Nasayê dê roja 24ê Kanûna pêşiyê bi mesafeya 6.2 mîlyon kîlometreyî bigihîje nêzîktirîn xala xwe ya li dora rojê. Di vê demê de tîmên mîsyonê dê nekarin bi keştîyê re pêwendîyê deynin. Ev dê nêzîktirîn mesafe be ji destpêka mîsyonê heta niho.
Keştîya fezayê ya pêşeng a Nasayê, Parker, ku tê çaverêkirin şeva Noelê herî zêde nêzî rojê bibe, dê 6.2 mîlyon kîlometreyan ji rûyê rojê dûr be. Ev dê rekoreka nû di dîroka geryana li dora rojê de be.
Keştî di Tebaxê 2018ê de hatiye avêtin û mîsyona wê ya heft salî heye. Armanc ew e ku zanîna me ya li ser rojê kûrtir bike û bibe alîkar ku em bûyerên hewaya fezayê yên ku dikarin bandorê li jîyana li ser erdê bikin, pêşbînî bikin.
Keştî dê roja sêşemê 24ê Kanûna pêşiyê saet 11:53ê GMT herî nêzî rojê bibe. Di vê demê de tîmên mîsyonê dê pêwendîya rasterast bi keştîyê re winda bikin. Lê dê roja înê bi "dengê îşaretê" rewşa keştîyê bizanibin.
Dema ku nêzî rojê bibe, mertalê germahîyê yê keştîyê dê germahîya 930 pileya Selsîusê ragire. Lê amûrên hundirîn dê di germahîya odeyê de, nêzî 29 pileya Selsîûsê de bimînin. Keştî dê bi leza 690 hezar kîlometre di saetekê de bifire.
Nick Pinkine, rêveberê operasyonên mîsyonê li Laboratûwara Fîzîka Pêkhatî ya Zanîngeha Johns Hopkinsê gotiye ku tu tiştê mirov çêkirî heta niho ewqas nêzî stêrkekê nebûye. Bi vê mîsyonê, zanyar dixwazin bersiva pirsên mezin ên li ser rojê bibînin: Ba yê rojê çawa dest pê dike, çima korona ji rûyê rojê germtir e û ewrên plazma yên mezin çawa pêk tên.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...