Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Bi Helebceyê bi deh hezaran kes hatibû kuştin.
Parlemena Eyaleta Viyana ya Avusturyayê ev komkujî bi awayekî fermî wekî "Komkujî" qebûl kir.
Parlementera kurd Bêrîvan Aslan jî têde komek mebûsan di Parlemena Eyaletê ya Viyanayê da daxwazname da parlemenê ku Helebceyê wekî komkujî qebûl bike.
Bêrîvan Aslan bi ser hesabê xwe ya medyaya civakî ev biryara ku li parlemenê hat girtin belav kir.
Di dîroka siyasî ya Avusturyayê da yekemîn car sûcê li hemberî kurdan wekî komkujî hat qebûlkirin.
Keskan, SPO (Partiya Demokrat a Sosyal) û NEOS (Yenî Avustralya û Forûma Lîberal) bi hev re daxwazname dan parlemenê. Roja 23yê (duh) Adarê li Parlemena Eyaleta Viyanayê dengdan çêbû. Di dengdanê de piraniya mebûsan komkujiya Helebceyê bi awayekî fermî wekî "komkujî" qebûl kir.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...