Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Ajansa wêneyan a navneteweyî ya bi navê IMAGO Imagesê, wênegirê xwedanxelat M.Masum Suer ra hevpeyvîneke taybet kir û wê di kovara The Game Magazinê da weşand.
Ajansa ku navenda wê li bajarê Berlînê ya Elmanyayê ye Suerî bi aboneyên xwe û çapemenîya cîhanê ra danasîn.

Wênegir Suerî ku ev demekê ye bi ajansa wêneyan SO-PA Images a li Hong Kongê û komeke ajansên ku di nav wan da IMAGO jî heye ra dixebite. Sûerî di hevpeyvînê da dibêje;
"Ez dixwazim bi wêneyên xwe bibim wergêrê êş, kêfxweşî, hêvîyên gelê xwe. Wekî kurdekî bi wêneyên ku min kişandine hewl didim pirsgirêk û serpêhatiyên gelê xwe ragihînim cîhanê.”
M.Mahsum Suer

Bi wêneyên xwe yên weke Newrozê û wêneyên din ên çandî û hunerî, ez nirxên gelê xwe yên ku wenda dibin belge dikim.
M.Mahsum Suerî

M. Masum Suer sala 1976ê dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di 20 salên dawiyê de wek wênegir karê xwe yê profesyonel domandiye û xwediyê gelek xelatan e. Ew bi taybetî bi wêneyên cihên dîrokî tê nasîn.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...