Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Di demekê de ku pergala nû ya sîyasî ya Sûrîyeyê hê ne dîyar e, paşeroja Kurdan di nav berjewendîyên navxweyî û herêmî de ne dîyar xuya dike.
Piştî ku Heyeta Azadkirina Şamê (HTS) bi serkeftineka mezin rejîma Esed rûxand, hikûmeteka demkî li Şamê ava kir û planên xwe yên dirêjheyam ên wek nivîsandina destûrê û lidarxistina hilbijartinan dîyar kirin.
Demildest piştî ku HTS di dawîya meha çirîya paşiyê de bajarê Helebê girt, çekdarên Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê (SNA) yên girêdayî Tirkîyeyê bi hezaran sivîlên Kurd li rojavayê Firatê koçber kirin.
Ahmed el-Şera, rêveberê HTS, dixwaze hemû etnîsîte û olên Sûrîyeyê ji paşeroja wan piştrast bike. Wî Kurd wek "beşeka bingehîn" a civaka Sûrîyeyê bi nav kir û got ku wezareta berevanîyê ya nû dê "hêzên Kurdî di nav refên xwe de bicih bike".
Ceng Sagnic, serokê beşa analîzê ya TAM-C Solutions, dibêje ku daxuyanîyên rayedarên nû yên Şamê "hêvîdar" in lê ne "piştrast" in. Li gorî wî, ev daxuyanî nîşan didin ku desthilata demkî sîyaseta dijberîya HSDê ya SNA parve nake.
Mohammed A. Salih, pisporê karûbarên Kurdî û herêmî, dibêje ku Kurdên Sûrîyeyê ji mêj ve doza federalîzmê dikin. Lê wezîrê berevanîyê yê hikûmeta demkî ya HTS vê red dike.
Li gorî Sagnic, heta ku Amerîka li Sûrîyeyê bimîne û HSDê li hemberî Tirkîye û Îranê biparêze, Şam dê bi Kurdan re têkilîyên aram û hevkar bixwaze.
Salih balê dikişîne ser du astengîyên sereke hene:
Tirkîye xwedî bandoreka mezin e li ser HTS û Sûrîyeya nû. Û bi giştî ji destkeftinên Kurdan li herêmê ditirse. Li gorî pisporan, bêyî lihevhatineka di navbera HSD û Tirkîyeyê de, dê Kurd di meseleya bidestxistina naskirinê rastî pirsgirêkên mezin werin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...