Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku ew niho nikarin vegerin ser axa xwe. Çekdaran milk û malên wan desteser kirine û ewlehî tune ye.
A.H yê ku di 2014ê de ji ber êrîşên DAIŞê ji Kobanîyê revîyaye, dibêje ku şer hîn jî berdewam e. Wî got: "Ez nikarim zarokên xwe bibim cihekê ku ewlehî tê de tune ye. Paşeroja wan dê çi be?"
M.D ya dayika pênc zarokan dibêje ku çekdaran li Efrînê 800 darên giz û zeytûnên wan desteser kirine. Ji bo vegerandina malê bavê wê 2500 dolar xwestine. Wê got: "Çete dibêjin ku ger em pereyan bidin wan jî, çeteyên dî dê dîsa malên me desteser bikin."
Piştî operasyona Tirkîyê ya 2018ê, piranîya Kurdên Efrînê koçber bûne. M.D dibêje: "Niho Ereb li malên me dijîn. Heya ew ji axa me dernekevin û ew der nekeve bin destê Kurdan, em nikarin vegerin."
Di 8ê Berfanbarê de, rêvebirîya Şamê ketiye destê Heyet Tahrîr El-Şam. Penabereka Kurd a ji Şamê dibêje ku leşkerên rejîmê berê avahîya wan şewitandine û ew bi alîkarîya cîranên xwe yên Elewî rizgar bûne.
Bakur û rojhilatê Surîyê di bin kontrola Hêzên Surîya Demokratîk de ye. Tirkîye wan wek terorîst dibîne, lê Amerîka û Koalîsyona Navnetewî wan wek hevparên xwe yên şerê li dijî DAIŞê nas dikin.
Çavkanî: Arif Aslan / VOA Kurdî, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...