B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê bo 10 gund û mezra qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.
Li gor daxuyanîya parêzgarîya Bedlîsê bi hinceta “parastina can û malê welatîyan” li gundên Bilgili, Akunus, Govan, Lanilan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertacan, Kuran û Urehê ser bi navçeya Hîzanê bo heta ragihandineka nû biryara qedexekirina çûn û hatinê hatiye dayîn.
Li gor daxuyanîya parêzgarîyê qedexe îro saet 21:00an dest pê kiriye û dê heya ragihandineka duyem bidome.
Di daxuyanîya parêzgarîyê da hate beyankirin ku:
Hatiye tespîtkirin ku li herêmê endamên rêxistina terorê stargehên xwe çêkirine. Ji bo girtina wan kesan li wê herêmê û parastina can û malê welatîyan, Îdareya Bajêr roja Yekşemê 2yê Tîrmeha 2023yan seat 21:00an heta ragihandineka nû çûn û hatina derve hatiye qedexekirin.”
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...