Li Amedê kesekî êrişî rojnameger Maşallah Dekak kir

Share
Li Amedê kesekî êrişî rojnameger Maşallah Dekak kir
NIVISKAR-SABLON-45

Li Amedê kesekî êrişî nûçegehinê Rûdawê Maşallah Dekak kir.

Rojnameger Mahmut Bozarslan li ser hesaba xwe ya Xê vîdeoyek belav kir ku di vîdeoyê da kesek êrişî Dekak dike û ew kes xeberan dibêje.

Di encama êrişê da zîyan nagehije çi kesê.

Di vîdeoyê da ew kes dibêje 'ev der komara cumhurî ya Tirkîyeyê ye bi aqil bin' û xeberan dibêje.

Gelek rojnameger ji bo şopandina seredana serokê Deva Partîyê Ali Babacan civîyabûn û êriş wê gavê pêk hat ku ew bûyer ji alîyê rojnamegerên din ve hate girtin.

Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti (GGC) Cemîyeta Rojnamegerên Başur-Rojhilatê derbarê êrişa li ser Maşallah Dekak daxuyanîyek parve kir: Ev êriş, ne tenê li ser rojnamegerekî di heman demê da li ser çapemenîya azad û nirxên demokratîk jî hatîye kirin. Em vê êrişa li ser hevkarê me rojnameger Maşallah Dekak bi tundî şermezar dikin. Berpirsên vê bûyerê divê demildest bo edaletê bêne teslîmkirin.

Read more