Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Civaka kevnar a filehan a bajarê Sûrê îsal xemgîn in ji bo şahîyekê jî ti sebeb nînin. Gelek kes ji bo mirîyên xwe şînê digirin û hîn jî ji êrîşên Îsraîlê şopên xemgînîyê li rûyê wan xwe dide der.
Li bajarê Sûrê yê Libnanê, di Yekşema dawîyê ya berîya Krîsmisê de, oldarên fileh di bin baranê de ber bi dêra kevn ve meşîyane. Îsal ne ahengên zarokan hebûne, ne konserên muzîkê û ne jî dareka Krîsmisê li qada bajêr hatîye danîn.
Piştî mehan bombardimanên Îsraîlê, demsal ne bi şahîyan lê bi şînan dest pê kirîye. Piranîya bajêr wêran bûye. Avahîyên hilweşîyayî, erebeyên parçebûyî û dikanên terkkirî û wêranbûyî li her derê tên dîtin.
Qeşe Yaacoub Saab hewl daye moralê xelkê bilind bike. "Ev xêreka mezin e ku em dikarin bi hev re îbadet bikin,".
Lê belê dema ku oldar li wê derê nebûne, wî qebûl kirîye ku "em nikarin şahîyan pêk bînin."
Di navbera agirbesta Îsraîl û Hizbullaha Libnanê de, civaka kevnar a filehan a Sûrê îsal Krîsmiseka tamsar qebûl kirîye. Ji 125 hezar niştecîhên Sûrê piranî ji ber şer revîyane. Taxa filehan a li ber behrê yek ji wan herêman bûye ku hin kes lê mane.
Taxên filehan bi mehan bi tenê bi nanê ku hatîye belavkirin jîyane. Av, elektrîk û derman kêm bûne û têkilî bi derve re qut bûye. Herçend di hefteyên dawî de şer sekinîbe jî, civak hîn jî di bin bandora trawma û wendahîyên xwe de ye.
Charbel Alameh yê 11 salî piştî ayînê bi hevalên xwe re zengila dêrê lêxistîye. Wî bi mehan rûyê hevalên xwe nedîtîye. Dîya wî Souraya Alameh, ku ducanî bûye, dema malbatên dî revîyane ew li cihê xwe maye. Wê nexwestîye di nexweşxaneyek tijî birîndaran de li derveyî malê zarokê xwe bîne dinyayê.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...