5,000-Year-Old Diyarbakır Walls Face Risk of Destruction
DIYARBAKIR — The Diyarbakır Walls, a UNESCO World Heritage site, face ongoing threats of destruction, vandalism, and encroachment despite extensive restoration
Çînê biryar daye ku sala 2025ê bonoyên dewletê yên taybet ên bi qîmeta 411 mîlyar dolar derbixe. Pere dê ji bo piştgirîya bazirganî û pîşesazîyê bê bikaranîn. Ev dê deynê herî mezin be di dîroka Çînê de.
Rayedarên Çînê dixwazin sala bê 411 mîlyar dolar deyn bikin. Ev biryar piştî krîza aborî hatiye standin. Deyn dê sê qat zêdetir be ji ya îsal. Sedemên vê biryarê krîza di bazara xanîyan de û lawazîya kirrîna kelûpelan a hemwelatiyan e.
Çînê biryar daye ku pereyê deynkirî ji bo piştgirîya bazirganî û pîşesazîyê bikar bîne. Dewlet dê alîkarîyê bide hemwelatiyan ku amûrên malê yên nû bikirin. Her wiha dê rê bide ku xelk ereba xwe ya kevn bidin û ya nû bikirin. Kargeh jî dê bikaribin amûrên xwe yên kevin biguherin.
Beşeka mezin a pereyan dê ji bo pêşxistina teknolojîyê bê bikaranîn. Dewlet dê piştgirîyê bide çêkirina erebeyên elektrîkî, robotan û amûrên komputerê. Her wiha dê li ser enerjîya paqij jî kar bê kirin. Ji pereyan hinekî dê ji bo avakirina rêhesinên nû, çêkirina balafirgehan û pêşxistina erdên çandinîyê jî bê bikaranîn.
Rayedaran gotiye ku beşek ji pereyan dê ji bo bankeyên dewletê bê veqetandin. Bankeyên dewletê yên mezin di vê demê de bi kêşeyên qezenca kêm û deynên xerab re rû bi rû ne. Ev alîkarî dê wan bankeyan bihêztir bike.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...