B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
HDPyê ragihandiye ku Berdevka HDPyê Gunay li Urdunê beşdarî Konferansa Diyaloga Ereb-Kurdan bûye.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay duhî li paytexta Urdunê, li 'Emmanê beşdarî Konferansa Diyaloga Ereb-Kurdan bûye.
Gunay li ser vexwendina Navenda Lêkolînên Sîyasî ya Qudsê û Komîteya Karsazîyê ya Ereb û Kurdan beşdarî Konferansa Dîyaloga Ereb-Kurdan bû ya bi navê "Ereb û Kurd: Diyalog Riya Pêşerojeke Hevbeş e" bû. Ku ev konferans ji bo xurtkirina têkilîyên di navbera Kurd û Ereban hate li dar xistin.
Hat ragihandin ku gelek siyasetmedarên Iraqî, Filistînî, Urdunî, Libnanî û Sûriyeyî beşdarî konferansê bûne.
Konferans li ser 3 xalan rawestiyaye.
Hat destnîşankirin ku konferans li ser sê xalan sekinîn:
1- Avakirina paşerojê li ser dîroka hevbeş, xalên hevbeş û rêyên jinavbirina qalib û tirs û bêbaweriyê.
2-Rola jinên Kurd û Ereb di parastina aştî û aramiyê de, afirandina jîngehek ji bo jiyana hevbeş û dabînkirina dadmendiyê ji bo hemûyan.
3-Nexşeya berjewendiyên hevpar, çawaniya rûbirûbûna pirsgirêka Kurd, ji bo hemwelatîbûna wekhev û bi bandor, netewa demokratîk, mafê çarenûsî, serwerî û parastina yekparçeyiya axa welatan çi dikare were kirin.
Her wiha di konferansê de gotûbêj li ser girîngiya avakirina paşerojeke hevpar a ereb û kurdan û pêşniyarên di vî warî de bên kirin hate kirin.
Di vê çarçoveyê de hate gotin ku daxwaza herî girîng a ku derketiye pêş ew e ku ji bo zêdetir pêşdebirina têkiliyên Ereb û Kurdan bi heman rengî konferans, panel û semîner bên lidarxistin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...