Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinkenî ragihandiye ku 8 hezar leşkerên Koreya Bakur li ser sînorê Ûkraynayê di nav axa Rûsyayê de ne. Rûsya dixwaze van leşkeran di demeka nêzîk de bişîne şerî.
Bi tevahî 10 hezar leşker hatine şandin û perwerdehîya wan li rojhilatê Rûsyayê hatiye kirin. Piranîya van leşkeran li herêma Kurskê hatine bicihkirin. Wan li wê derê perwerdehîya topxane û dronên şerî dîtiye.
Serokê Ûkraynayê Zelenskî di hevpeyvîneka xwe de bi radyoya Koreya Başûr re gotiye ku ev yek di çend rojan de pêk tê. Wî gotiye ku Putin ji bo kêmkirina kuştîyên rûsî van leşkeran bi kar tîne.
Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Lloyd Austinî hişyarî daye ku ev leşker dê di şerî de bibin hedefên leşkerî. Di heman rojê de Koreya Bakur fûzeyeka balîstîk berdaye û ev fûze 86 deqîqeyan li hewayê maye.
Ev şer dikare bibe sedema berfirehbûna şerê herî mezin ê Ewropayê ê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem. Herwiha dibe ku bandorê li herêma Koreyan jî bike.
Çavkanî: Andrew Roth/Guardian, Reuters, Botan Times 31ê Çirîya pêşîn 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...