B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li Inglîstanê di rojekê de zêdetir î 100,000 weqayên COVID-19ê hatine tespîtkirin û ev ji destpêka pandemîyê ve rekorek e ji bo vî welatî.
Ajansa Ewlekarîya Tenduristîyê ya Inglîstanê di 24 saetên dawî de 106,122 weqa ragihandine. Herweha daneyên ajansê nîşan didin ku di 15ê Kanûnê de jî 103,281 weqa hatine tespîtkirin dîsa.
Weqayên ku têne tespîtkirin gelek caran weka perçeyeka rêjeya enfeksîyonê man û hew. Ev tê wê wateyê ku bi hezaran bûyerên asemptomatîk hene û îhtîmal e ku ew nayên tespîtkirin an zû nayên tespîtkirin. Komek ji Koma Şêwirmendîya Zanistî ya ji bo Rewşên Awarte (SAGE) li ser vê rewşê hişyarî û şîret dane dewletê.
Yek ji nîşaneyên rêjeya enfeksîyonên tespît dibin jî rêjeya weqayan e ku li Inglîstanê ji sedî 14.8 rabûye ye. û ev rêje ji nîvê Çileya borî ve rêjeya herî bilind e.
SKY NEWS
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...