Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Li gorî lêkolîneka dadgehê, di ofîsa Serokwezîr Mohammed Shia el-Sudanî de toreka sîxurîyê hebûye ku têlefonên sîyasetmedar, parlementer û rayedarên payebilind guhdarî kirine.
Di meha Tîrmehê de, gelek parlamenterên Iraqê peyamên WhatsAppê ji hejmareka nenas wergirtine. Van peyaman vîrûsek di nav xwe de veşartibû û telefonên wan hack kirine.
Li gorî raporên ewlehîyê, di nav armancên torê de serokwezîrê berê Nûrî El-Malîkî, serokê Asaib Ehl el-Heq Qeys Xezalî û kurê ayetullah Sîstanî jî hebûne.
Lêkolîn nîşan dide ku birayên Sudanî, Heyder û Ebas, û çend merivên wî yên ku di ofîsa serokwezîrîyê de xwedî post in, di vê torê de cih girtine.
Dadger Elî Cefat bi rêya sumarne û girtinê lêkolînê didomîne. Heta niho gelek kes hatine binçavkirin û hin jî bi kefalet hatine berdan.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...