A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Hikûmeta Pakistanê di 26ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de artêş şandiye paytextê welêt, piştî ku di nav alîgirên serokwezîrê berê Îmran Xan û polîsan de pevçûnên tund derketine.
Li gor çavkanîyên fermî, şeş endamên hêzên ewlehîyê hatine kuştin. Berpirsên nexweşxaneyan gotine ku çar welatî jî ji ber birînên guleyan mirine û zêdetirî 50 kesên dî birîndar bûne.
Alîgirên Xan daxwaza berdana wî ji girtîgehê dikin. Xan ji Tebaxê 2023ê ve di girtîgehê de ye û bi gendelîyê tê tawanbarkirin. Ew dibêje ku ev tawan bi armancên siyasî li dijî wî hatine çêkirin.
Buşra Bîbî, hevjîna Îmran Xan, serokatîya van protestoyan dike. Wê gotiye ku heta Xan neyê berdan, ew ê ji paytextê dernekevin.
Serokwezîr Muhemed Şehbaz Şerîf gotiye ku welat nikare tevlihevî û xwînrijandinê hilgire. Wezîrê Karên Hundirîn Mohsîn Neqvî û Wezîrê Agahdarîyê Ataullah Tarar red kirine ku polîsan gule berdane xwepêşandêran.
Artêş hatiye rawestandin li ber avahîyên hikûmetê, destûr heye ku eger pêwîst be guleyan bikar bîne. Dibistanên Îslamabad û Rawalpindîyê dê sibê girtî bin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...