Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Dadgerekî Îsraîlê îro derbarê dizîna belgeyên nehênî yên leşkerî agahîyên nû eşkere kiriye. Li gor agahîyan, alîkarekî Serokwezîr Benjamin Netanyahu ev belge dane medyayê.
Dadger Menahem Mizrahi di biryara xwe de gotiye ku Eliezer Feldstein, berdevkê buroya Netanyahu, belgeyên leşkerî yên nehênî dane rojnameya alman Bild. Ev yek di meha Îlonê ya sala 2024ê de pêk hatiye.
Li gor dadgehê, armanca dizîna belgeyan ew bûye ku raya giştî ya Îsraîlê li ser dîlên ku di destê Hemasê de ne, bê guhertin. Feldstein xwestiye ku guşara li ser Netanyahu ji bo girtina lihevhatinekê kêm bike.
Di çarçoveya lêpirsînê de Feldstein û du leşkerên dî hatine desteser kirin. Navê leşkeran ji ber sedemên ewlehîyê nehatiye eşkere kirin. Hinek leşkerên dî jî di bin çavdêrîya malê de ne.
Buroya Netanyahu têkilîya xwe bi dizîna belgeyan re red kiriye. Lê belê, dadgehê dîyar kiriye ku belgeyên dizî di civîneka kabîneyê de ji alîyê Netanyahu ve jî hatine bikaranîn.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...