Sîmyager: Rêyeka li pey xwebûn û xwenaskirinê - Güneydoğu Ekspres
Hunermendê rapê Sîmyagerî rêwîtîya xwe ya 13 salan ya muzîkê ji rojnameger Veli Baltacı re nirxandiye. Hunermendî li ser astengên
Japonyayê ji bo parastina karkerên beşa xizmetê qanûneka nû derxistiye. Ev qanûna nû ya li ser kasuhara (tacîzkirina mişterîyan) dê di meha Nîsanê de dest pê bike.
Li gor lêkolîneka sendîkayê, ji her du karkerên beşa xizmetê yek, rastî tacîza mişterîyan hatiye. Ev yek bûye sedem ku berpirsên Tokyoyê dest bi çareserîyê bikin.
Gelek mînakên tacîza mişterîyan hene. Di nav van de qêrîn, daxwazên zêde, tundî û li ser medyaya civakî eşkerekirina agahîyên kesane hene.
Qanûna nû cezayan diyar nake, lê tê hêvîkirin ku dê bibe sedema kêmbûna van bûyeran. Herwiha dê alîkarîya pêşîlêgirtina van kiryaran bike.
Profesoreka zanîngehê dîyar kiriye ku sedemên vê yekê pir in. Yek ji wan jî ew e ku mişterî wek xwedayan tên dîtin. Ev yek dibe sedema ku hin mişterî bi awayekê nebaş tevbigerin.
Nivîskar: Justin McCurry
Çavkanî: The Guardian
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...