Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnana başûr de du kes hatine kuştin û serokê parlamentoya Libnanê Nebîh Berrî behsa 54 binpêkirinên agirbestê kiriye.
Li gorî Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê, di êrîşa balafirên Îsraîlê de li bajarê Merceyûnê kesek hatiye kuştin. Ev êrîş li ser navçeya ku 10 kîlometre dûrî xeta şîn a NYê ye, pêk hatiye.
Hêzên ewlekarîya dewletê ragihandine ku di êrîşa droneka Îsraîlê de li Nebetîyê endamek ji hêzên wan hatiye kuştin. Ev êrîş wek "binpêkirineka eşkere" ya agirbestê hatiye binavkirin.
Serokê parlamentoya Libnanê Nebîh Berrî îdia kiriye ku Îsraîlê 54 caran agirbest binpê kiriye. Dîplomatên Fransayê jî qala 52 binpêkirinan kirine. Lê belê Îsraîlê ev tişt red kiriye.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar gotiye ku ew li hember binpêkirinên Hizbullahê mafê xwe yê parastinê bi kar tînin. Li gorî Îsraîlê, çekdarên Hizbullahê li başûrê çemê Lîtanî hatine dîtin.
Artêşa Îsraîlê biryar daye ku sivîlên Libnanê nikarin vegerin gelek gundên başûr. Ji ber şer, bi deh hezaran kes ji herdu alîyan neçar mane ku ji malên xwe koç bikin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...