Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
28ê Çirîya paşiyê 2024
Îsraîlê balafirên xwe şandine ser cihekî Hizbullahê li başûrê Libnanê û êrişeka nû pêk aniye. Artêşa Libnanê jî ragihandiye ku wê leşkerên xwe li herêmên Hizbullahê bi cih kiriye.
Bandora êrişê ne dîyar e û Hizbullahê tu daxuyanî nedaye. Agirbesta ku berî du rojan dest pê kiriye, bi giştî berdewam dike. Lihevkirin bi navbeynkarîya Amerîkayê û Fransayê pêk hatiye û ji alîyê her du welatan ve hatiye pejirandin.
Artêşa Îsraîlê hişyarî daye welatîyên Libnanê ku hêj vegerin gundên nêzî sînorî. Li gorî daxuyanîyê, her kesê ku di vê herêmê de tevbigere, dê xwe bixe xeterîyê.
Li gorî lihevkirinê, di nav 60 rojî de Îsraîl dê hêzên xwe ji Libnanê vegerîne û Hizbullah jî dê çekdarên xwe ji başûrî vekişîne. Herêm dê ji alîyê hêzên Neteweyên Yekbûyî û artêşa Libnanê ve bê parastin.
Di şerê ku Çirîya pêşiyê 2023ê dest pê kiriye de, 3 hezar û 800 Libnanî û 100 Îsraîlî mirine. Ji ber şerî, nêzî çarekê nifûsa Libnanê neçar maye ku ji malên xwe dûr bikeve.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...