Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
Piştî ku di navbera Îsraîl û Hizbullahê de agirbest pêk hatiye, bi hezaran kesên ku ji başûrê Libnanê koç kiribûn dest bi vegerê kirine. Lê belê Artêşa Îsraîlê hişyarî daye ku ew ê li herêmê bimînin û daxwaz kiriye ku kes venegerin herêmê.
Artêşa Libnanê ji bo bicihkirina agirbestê dest bi şandina hêzên xwe yên leşkerî kiriye. Li gorî daxuyanîya artêşê, ew ê di bin çavdêrîya Hêzên Neteweyên Yekbûyî yên Demkî li Libnanê (UNIFIL) de li herêmê bên bicihkirin. Konvoyên leşkerî yên Libnanê li ser rêya ber bi başûr ve hatine dîtin.
Îsraîlê li ser çend wesayîtên ku hewl dane bikevin herêmeka qedexekirî agir vekiriye. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu gotiye ku ew ê li hemberî her binpêkirineka agirbestê bi hêz bersiv bidin. Artêşa Îsraîlê qedexeya hatûçûnê ji saet 5ê êvarê heta 7ê sibehê li herêmê ragihandiye.
Hizbullah di daxuyanîya xwe ya yekem de behsa agirbestê nekiriye û gotiye ku ew ê li hemberî "êrîş û armancên dijminê Îsraîlê" amade bin. Grûpê daye zanîn ku çekdarên wan "tilîyên xwe li ser tetikê" ne û ew ê vekişîna Îsraîlê bişopînin.
Di bin navberîya Amerîkayê de pêk hatî agirbest, dê 60 rojan bidome. Li gorî vê:
Roja Sêşemê, berîya destpêka agirbestê, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser paytextê Libnanê Beyrûtê û başûrê welêt zêde kiribûn. Di van êrîşan de 42 kes mirine. Hizbullahê jî bi fûzeyan êrîşî Îsraîlê kiribû.
Ev peymana agirbestê bandoreka rasterast li ser şerê Xezeyê nake. Li gorî rayedarên nexweşxaneyan, di êrîşên Îsraîlê yên li ser du dibistanên Bajarê Xezeyê de 11 kes, di nav de 4 zarok, mirine. Îsraîlê gotiye ku yek ji êrîşan li dijî kesekî nîşangir ê Hemasê û ya dî li dijî çekdarên ku di nav sivîlan de veşartî bûn, pêk hatiye.
Îranê, hevpeymana Hizbullahê, dawîhatina "êrîşên" Îsraîlê li Libnanê pîroz kiriye. Wezareta Karên Derve ya Îranê "piştgirîya xwe ya xurt ji bo hikûmet, gel û berxwedana Libnanê" dubare kiriye.
Li Îsraîlê, agirbest bi bertekên cida hatiye pêşwazîkirin. Netanyahu gotiye ku wî piştî pejirandina kabîneyê, tevî dijberîya hevalbendên xwe yên rastgir, peymanê pejirandiye. Lê belê gelek kes li bakurê Îsraîlê, ku ji ber şer 60 hezar kes koçber bûne, rexne li peymanê girtine.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...