Li Rojava, 3 hezar û 190 gund bê ceyran mane

Share
Li Rojava,  3 hezar û 190 gund bê ceyran mane
Ekran-Resmi-2024-01-19-12.15.45

Ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane.

Di nava hefteyekê da gelek cihên Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê, PKKyê bi ser baregehên wan da girtîye.

Piştî şer û pevçûnên di navbera PKKyê û Tirkîyeyê yên li herêma Zapê, Tirkîyeyê berê xwe da gelek cihên Rojavayê û bombebaran kir.

Di encama êrişên Tirkîyeyê yên li ser Rêveberîya Xweser da gelek cihên xizmetguzarîyê û sazî û dezgeh xerab bûn û zîyaneka mezin gehiştê.

Lı gori nûçeya Rûdawê Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman ragihand ku ji ber êrişên artêşa Tirkiyeyê û bombebaranên li ser jêrxana Rojavayê Kurdistanê, 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Ofîsê ve hatine belavkirin, artêşa Tirkiyeyê li Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Amûdê û Qamişloyê santralên karebayê bombebaran kirine û ev satral bi temamî ji kar ketine.

Li gorî zanyariyan, ji ber qutbûna elektrîkê, ji 450 bîrên avê tenê ji 124 bîran av tê derxistin.

Read more