Cuma Çiçek: The Kurdish Issue is Not Just About Identity; Severe Problems Persist
DIYARBAKIR — Speaking to Botan Times, Dr. Cuma Çiçek pointed out that for the past 20 years, whenever the Kurdish issue
Avahîya Zanîngeha Kobaniyê, ya ji alîyê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surîyeyê ve dihat çêkirin bi dawî bû.
Rêveberiya Xweser sala 2018yan dest bi xebatên avakirina zanîngehê kiriye lêbelê wan piştî demekî navber daye xebatên xwe.
Par, dîsa Rêveberiya Xweser bi projeyeka nû dest bi xebatên avakirina zaningehê dike.
Li gorî nûçeya ku Rûdawê ji ANHAyê ragihandîye rêveberê projeyê endazyar Nezmî Mihemed wiha gotîye:
“Rêveberiya Xweser ji bo destpêka projeyê, sala 2018an milyonek dolar û ji bo temamkirina pêdiviyan jî 700 hezar dolar amade kir. Me bi wî rengî dest bi projeyê kir.
Rûbera erdê zêdetirî 3 hezar metreyan e, tevî qonaxan rûber bi giştî dibe 7 hezar metre çargoşe. Di dema pêş de ev rûber dê ji ber avakirina xewgeha zanîngehê berfirehtir bibe.”
Ji bo zêdetir agahîyan bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...