5,000-Year-Old Diyarbakır Walls Face Risk of Destruction
DIYARBAKIR — The Diyarbakır Walls, a UNESCO World Heritage site, face ongoing threats of destruction, vandalism, and encroachment despite extensive restoration
Îro sibê li Stenbol, Batman û Diyarbekirê operasyoneka polîsan pêk hatiye û şeş kes hatine desteser kirin. Li gorî agahîyan, operasyon bi lêpirsîneka li Eskîşehirê hatiye kirin.
Li Stenbolê rojnamevan Erdogan Alayumat û Bilge Aksu, li Diyarbekirê seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metina û Ahmet Sumbul, li Batmanê Mehmet Uçar û derhêner Ardin Diren hatine desteser kirin.
Nûçegihanê Bianetê Tugçe Yilmaz jî ji alîyê polîsan ve hatiye gazî kirin. Yilmaz bi parêzera xwe Deniz Yazgan Şenay re çûye Rêveberîya Emnîyetê ya Kadikoyê.
Li gorî agahîyan, polîsan li mala Gulcan Derelî jî lêgerîn kiriye. Lêbelê, sedema desteserkirinê hê ne dîyar e. Li ser dosyayê biryara nehênîyê heye.
----
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...