Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin. Platformê di raporeka berfireh de diyar kiriye ku binpêkirin di qadên civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de pêk hatine.
Li gorî raporê, herî zêde li qada civakî binpêkirin pêk hatine. Li Parlamentoyê dengê parlamenterên bi kurdî diaxivin hatiye birîn û li şaredariyan tabelayên bi kurdî hatine daxistin. Li dibistan û nexweşxaneyan daxwaza xizmetgurazî û perwerdeya bi kurdî nehatiye pejirandin. Di vê qadê de 153 bûyer hatine tomarkirin.
Di beşa çand û hunerê de 27 bûyer hatine tomarkirin. Walîtiyan bêyî sedem şanoya "Qral û Travîs" li çar bajaran qedexe kirine. Hunermend Helîm Arslan û Azad Bedran hatine desteserkirine û hesabên medyaya civakî yên Rotînda hatine girtin.
Li girtîgehan 18 bûyerên binpêkirinê pêk hatine. Girtî nikarin bi zimanê dayikê bi malbatên xwe re peywendî deynin û ji bo pirtûk û nameyên bi kurdî daxwaza pereyê wergeriyê ji wan tê kirin. Girtî nikarin rojname û kovarên bi kurdî bi dest bixin.
Di qada medyayê de 11 bûyerên binpêkirinê hatine tespîtkirin. Rojnameya Xwebûn, JinNews û Ajansa Mezopotamya rastî astengîyan hatine. 120 pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî hatine qedexekirin. Platforma Xê jî hesabên van saziyên medyayê yên bi kurdî weşanê dikin, gelek caran asteng kiriye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...